Ji kesên li Cizîrê hatin qetilkirin cenazeyên 54 ji wan hînê nehatine teşxîskirin
Ji bo tespîtkirina nasnameya 54 cenazeyên ji Cizîrê rakirin Saziya Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê, hînê encamên testa DNA'yê eşkere nebûne.
Ji bo tespîtkirina nasnameya 54 cenazeyên ji Cizîrê rakirin Saziya Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê, hînê encamên testa DNA'yê eşkere nebûne.
Piraniya cenazeyên mirovên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovane hatin qetilkirin, hînê li Saziya Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê ne.
Ji ber ku cenaze hemû hatine şewitandin û parçekirin, ji bo tespîtkirina nasnameya wan testa DNA hat kirin. Malbatan ji bo testa DNA ya 54 cenazeyan xwîn dan maseya krîzê. Lê belê ev 12 roj in hînê encam ji vê testê derneketiye.