Cenazeyên Adîl Kuçuk, Mahsûn Erdogan, Nûsrettîn Bayar û Hasan Ayaz ê 14 salî yên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin, piştî otopsiyê anîn Şirnexê. Li Şirnexê, bi merasîmeke girseyî ya bi hezaran kes lê amade bûn, cenaze li Goristana Nalaro hatin veşartin.
Bi hezaran kesên beşdarî merasîmê bûn, li taxa Bahçelîevlerê darbestên bi alên kesk, sor û zer xemilandî hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" heta goristanê meşiyan.
Li goristanê, li ber sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîb' deqeyek rêz hat girtin û piştre Serokê MEYA-DER Şaxê Şirnexê Mahmût Kaplan axivî. Kaplan sersaxî ji malbatan re xwest û got, "Bila serê şoreşa me sax be. Şoreşa me çiqasî hêja be, berdêlên wê jî ewqasî mezin in. Êşên wê jî ewqasî mezin in. Ev êş îro di dilê hemû Kurdan de ye. Wan ji bo me canê xwe dan. Jİ bo berjewendiyên xwe canê xwe nedan. Ji bo azadiya me canê xwe dan. Em jî careke din soz didin, em ê bidin ser şopa wan."
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî diyar kir, Cizîr ev 3 meh in li dijî wehşetê rûmetiya mirovahiyê diparêze û got, "Cizîr îro bi tîpên zêrîn dîroka Kurdistanê ji nû ve dinivîsîne. Cizîr bi jin, zarok, ciwan û extiyarên xwe re li dijî wehşetê li ber xwe dide. Serketin bûye ya Cizîra Botan. Bila her kes bi vê zanibe."
Xalê Hasan Ayaz Saît Ozlem jî di axaftina xwe ya li merasîmê de spasiyên xwe pêşkêşî beşdaran kir û got, "Bila her kes bi vê zanibe; bi kuştinê em naqedin. Bila serê gelê Kurd sax be." Dayika Nûsrettîn Bayar Felek Bayar jî got, "Bila serê gelê Kurd sax be. Ji ber hatina we, mala we ava."
Bavê Mahsûn Erdogan Mûhammed Erdogan jî anî ziman ku wan 64 rojan li Cizîrê li ber xwe dan û got, "Mahsûn di sala 1994'an de ji dayik bû. Roja ew ji dayik bû 7 rojan bombe li gundê me dibariyan. Piştî 22 salan bombe li bajarên me hatin barandin û Mahsûn qetil kirin. Ev 22 sal in em her roj dibêjin aştî, lê êdî ji niha û pê ve em ê nebêjin aştî, nebêjin biratî. Eger em îro dest ji berxwedanê berdin, wê piştî 22 salên din van zarokan jî qetil bikin."
Bavê Adîl Kuçuk Abdullah Kuçuk jî spasiyên xwe pêşkêşî her kesî kir û got, "Kurê min ne tenê şehîdê me ye, şehîd tevahiya Kurdistanê ye. Bila serê me hemûyan sax be."
Li aliyê din, keça biçûk a Adîl Kuçuk Nûda, tevî diya xwe li ser darbesta bavê xwe bû û jê re got, "Ez ê têkoşîna te nîvco nehêlim."
Piştî axaftinên hatin kirin, cenaze li cem gorên cangoriyên têkoşîna xwerêveberiyê, hatin veşartin.