Li Hezexê 7 endamên tîmên taybet ên Tirk birîndar bûn
Li Hezexê, di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqînekê rû da. 7 endamên tîmên taybet ên di maşînê de birîndar bûn.
Li Hezexê, di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqînekê rû da. 7 endamên tîmên taybet ên di maşînê de birîndar bûn.
Li navçeya Şirnex Hezexê, dewleta Tirk bi hezaran leşker û polîsên xwe re êrîşên li hemberî gel didomîne.
Li navçeyê di dema derbasbûna maşîneke zirxî de teqînekê rû da. Maşîna zirxî ku tê de polîs û leşker hebûn, dema di taxa Tûrgût Ozal re derbas dibû, teqînekê rû da. 7 endamên tîmên taybet ên di maşînê de birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.