Polîsan ji bo 20 cenazeyan xwestin li Şaredariya Cizîrê cih bê vekirin

Hate hînbûn ku hêzên dewleta Tirk li Şaredariya Cizîrê geriyan e û ji bo 20 cenazeyan xwestine cih bê vekirin.

Ji 178 kesên ku li Cizîrê di jêrdemînên hovîtiyê de hatine qetilkirin, heta niha cenazeyên 41 kesên li Dîlok, Riha, Xabûr, Nexweşxaneya Mêrdînê û ATK’yan hatine teşxîskirin. Ji bo eşkerekirina nasnameyên 137 cenazeyan jî pêvajo didome, hate hînbûn ku hêzên dewletê li Şaredariya Cizîrê geriyane û ji bo 20 cenazeyan xwestine cih bê vekirin.

Ji nexweşxaneyên ku yên hatine qetilkirin ji bo teşxîsa nasnameyan tên rawestandin, îro ti cenaze nehatin Cizîrê, ev daxwaza emniyetê nêrîn da avakirin ku dewlet wê li gor rêzika ATK’ê tevbigere, li gor wê jî yên heta 15 rojan nasnameyên wan neyên diyarkirin, ji aliyê dewletê bi komî bên defnkirin.