Bi ser Şaredariya Dêrikê de girtin
Piştî girtina hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya, polîsan vê carê jî bi ser avahiya şaredariyê de girtin.
Piştî girtina hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya, polîsan vê carê jî bi ser avahiya şaredariyê de girtin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku rewşa awarte bi awayek fiîlî di meriyetê de ye, hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya û Alîkarê Hevşaredar Murat Ozuçalişir 4 roj berê hatibûn binçavkirin û îro jî li dadgehê bi îddiaya ku "endamê rêxistinê ne" hatibûn girtin. Piştî girtina hevşaredaran vê carê jî polîsan deriyên avahiya şaredariyê şikandin û bi ser şaredariyê de girtin. Tîmên taybet piştî demekê lêgerînê kirin ji avahiyê derketin û hate dîtin ku qaseya di wezneya şaredariyê de ye wenda bûye.