Sakîne Sîray li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin

Sakîne Sîray a li Cizîrê hat qetilkirin li Êlihê li ser milên jinan ber bi bêdawîtiyê hat oxirkirin.

Xwendekara zanîngehê Sakîne Sîray a di jêrzemîna hovîtiyê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê de hat qetilkirin, li Êlihê bi merasîmek cenazeyê ya tevlîbûna bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeya Sîray bi karwanek wesayîtan ve li Tesîsa Bardakçilar hat pêşwazîkirin. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê, Hevşaredarên Êlihê, Hevserok û rêveberên DBP û HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, hevbirên KJA û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Dema girse cenaze hilgirt, jin daketin kolanan û dikandaran kar berda, Sîray silav kirin. Di meşa ku dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Cizîr/Sûrê”, “Rêheval Sakîne Nemir e”, “PKK/YPS Tolhildan” hatin berzkirin de tevî wêneyên Sîray, malbatê siniya hineyê ya bi kesk, sor û zerê hatî xemilandin jî rakirin. Piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Asrî, merasîma cenaze hat lidarxistin.

ÇETÎNKAYA: HEZKIRIYA ÇIYAYAN BÛ

Hevala zanîngeha ya Sakîne Sîray, Leyla Çetînkaya di merasîmê de axivî, diyar kir ku Sîray hezkiriya çiyayên Kurdistanê bû, wiha dom kir: “Dibe negihişt wan çiyayan, lê ew çiya her tim bi hezkirina wê dê şîn bibin. Heta hevrêyên wek Sakîne hebin, dijmin wê ti carî negihêjin armancên xwe.”

BAV SÎRAY: GELÊ KURD WÊ DÎKTATORIYA HILWEŞÎNE

Bav Abdûrrahman Sîray jî wiha axivî: “Ew ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya vî gelî çû Cizîrê. Ez di şexsê xwe de ji ber min deng neda dengên wan wek Kurdekî ez lêborîna xwe dixwazim. Şehîdên me, bi taybet jî şehîdên di jêrzemînên Cizîrê de bila me efû bikin. Bang li gelên cîhanê, gelê Kurd, çapemeniya cîhanê kirin… destnîşan kirin ku ji bo gelên mezlûm li Cizîrê ne. Ew ne ji bo şer, ji bo aştiyê, ji bo gelê xwe li wir bûn. Lê, bê ka dijmin çawa ew qetil kirin, tevahî cîhan bû şahid. Gelê Kurd êdî dost jî dijmin jî baş nasdike. Ji niha û şûn de divê di rêya şehîdan de têkoşîn bê meşandin. Gelê Kurd wê bibe yek û dîktatortiya hilweşîne.”

BECERÎKLÎ: RÛMETA ME

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî wiha got: “Di tevahî dîrokê de zilmkar hebûn. Dewlet zilmê dikin, gel berxwedanê pêş dixin. Bi deh hezaran mirovên şehîd ketî di rûpelên spî yên dîrokê de cih girtîne. Sakîne û hevrêyên me spartine axê rûmeta me hemûyan e.”
Piştî axaftinan jinan cenazeyê Sîray girtin ser milên xwe, bi dirûşm û tilîliyan defn kirin. Sersaxî wê li Mala Şînê ya Korîke bê qebûlkirin.

...