Cenaze tevlîhev kirine
Cenazeya ji aliyê malbatê ji Xabûrê hat wergirtin û li Qereyaziya Erziromê hat defnkirin, derket holê ku ne ya Hevseroka berê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç e, ya Hulya Aksoya Kerboranî ye.
Cenazeya ji aliyê malbatê ji Xabûrê hat wergirtin û li Qereyaziya Erziromê hat defnkirin, derket holê ku ne ya Hevseroka berê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç e, ya Hulya Aksoya Kerboranî ye.
Derket holê ku cenazeyê Hevseroka berê ya HDP’ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç a ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di jêrzemîna hovîtiyê ya sêyemîn de hat qetilkirin û piştî ji aliyê malbatê li saziya tiba edlî ya demkî ya li Xabûrê hat teşxîskirin li Qereyaziya Erziromê hat defnkirin, tevlîhev kirine. Hate hînbûn ku cenazeyê dane malbatê yê Hulya Aksoy e.
Li gor encamên DNA’yê hat fêmkirin ku cenazeyê Koç hê li Xabûrê tê rawestandin, hat tespîtkirin ku cenazeyê Aksoy fikirîne ku yê Derya Koç e û dane malbatê. Li ser agahiyê malbatên Aksoy û Koç bi hev re hatin saziya tiba edlî ya demkî ya li Xabûrê. Malbatan cenazeyê Koç jî wergirtin, wê derbasî Qereyaziyê bibin û cenazeyê Koç defn bikin.
Bav Kemal Koç diyar kir ku li şûna cenazeyê keça wî yê Aksoy danê, got di laşê keça wî de şopên şewatê heye. Bav Koç got Aksoy jî, a li şûna keça xwe cenazeyê wê girtiye, keça wî ye, sersaxî ji tevahî gelê Kurdistanê re xwest.
Cenazeyê Aksoy jî ji aliyê malbatê ji bo defnkirinê wê ji Qereyaziyê bê wergirtin û bînin Kerborana Mêrdînê.