YPS: Li Sûr û Şirnexê 14 tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li navçeya Sûr a Amedê 9, li navçeya Hezexa Şirnexê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li navçeya Sûr a Amedê 9, li navçeya Hezexa Şirnexê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin.
YPS’ê destnîşan kir ku nûçeyên di medyaya AKP’ê yên têkîldarî Sûrê bi armanca şerê psîkolojîk e.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) têkîldarî encamên şer û çalakiyên li Amed û Şirnexê daxuyaniyek nivîskî ya agahdarkirinê weşand.
YPS’ê diyar kir ku li hember faşîzma AKP’ê li ber xwe didin, bi bîr xist ku hêzên wan di nav berxwedan û çalakiyên dîrokî de ne.
Koordînasyonê da xuyakirin ku li navçeya Sûr a Amedê 9, li navçeya Hezexa Şirnexê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin.
15 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniya YPS’ê de detay wiha ne:
“24’ê Sibatê di şerê li navçeya Sûr a Amedê, yekîneyên me yên berxwedanê 4 tîmên taybet kuştin, 6 jî birîndar kirin.
25’ê Sibatê dîsa li navçeya Sûrê di şer de 4 tîmên taybet hatin kuştin.
25’ê Sibatê saet 14.00’an çeteyên AKP’ê û Qesrê li hember taxa Tûrgût Ozal a li navçeya Hezexa Şirnexê êrîşên dijwar pêş xistin. Di çalakiya li hember çeteyên ku hewl dan ji mintiqa rêya Midyadê bikevin taxê de3 tîmên taybet hatin kuştin, 2 tîmên taybet jî hatin birîndarkirin.
25’ê Sibatê danê êvarî li qada Omer Kabak a girêdayî navenda Şirnexê berbazek ji aliyê yekîneyên me yên berxwedanê hat kuştin. Dîsa heman rojê, di çalakiya li dijî qereqola Kadem de polîsek hat kuştin.
MEDYAYA AKP’Ê TÊKÎLDARÎ SÛRÊ NÛÇEYÊN DEREWÎN ÇÊDIKE
YPS’ê diyar kir ku êrîşên faşîstî yên AKP’ê dewam bike wê li hember wê berxwedan û çalakiyên wan jî bidomin, destnîşan kir ku ‘nûçetyên têkîldarî Sûrê’ yên medyaya AKP’ê derew in.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tiştên di medyaya alîgir a AKP’ê de tê îdîakirin ku berpirsê Sûrê reviyaye, qada berxwedêrên Sûrê teng bûye, ji bo berxwedêr berxwedana xwe bidomînin rastî zextê tên, bi temamî derew in, nûçeyên ji aliyê medyaya şerê taybet tên serwîskirine. Divê ne gelê me ne jî çapemeniya azad qiyma xwe bi nûçeyên wisa nînin.”