QSD'ê encamên pêngava 'Xezeba Xabûrê' eşkere kir-HAT NÛKIRIN
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bîlançoya operasyona Xezeba Xabûrê ya ji 16 heta 22’yê Sibatê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan 315 gund bi firehiya 2 hezar û 400 km2 ji çeteyan rizgar kirin.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bîlançoya operasyona Xezeba Xabûrê ya ji 16 heta 22’yê Sibatê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan 315 gund bi firehiya 2 hezar û 400 km2 ji çeteyan rizgar kirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rêya ketina bajarê Şedadê ji bo eşkerekirina bîlaçoya operasyona Xezeba Xabûrê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê QSD’ê Telal Silo ve hat dayîn. Li wir rûspiyên şêniyên herêmê û fermandarên QSD’ê tevî xebatkarên dezgehên çepemeniyê jî amade bûn.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê bîlançoya operasyona Xezeba Xabûrê ya ji 16 hetanî 22’yê Sibatê dewam kir wiha ye:
-Qada hatiye rizgarkirin: 2 hezar û 400 km2
-Hejmara gund û gundikên: 315
-Hejmara kuştiyên DAIŞ’ê: 275 kuştî ji wan cenazeyên 55 çeteyan di destê şervanên QSD’ê de ye.
-Çeteyên dîl hatin girtin: 9
-Hejmara maşîneyên çeteyan ku hatin teqnadin: 33
Çek û cebilxaneyên çeteyan ên hatin desteserkirin
61 çekên Kalaşnikov, 24 hezar guleyên wê, 248 cercûr, û 211 rext.
13 çekên BKC, 18 hezar û 200 guleyên wê û 6 hezar û 405 zincîrên wê.
3 çekên Bernu, 2 cercûr û 800 gule.
2 çekên M16 û 3 hezar û 500 guleyên wê.
Çekeke Ûzî
2 çekên RK
4 demançe
12 çifteyên 12 mm
Çekeke Spîçnal tevî 13 roketên wê
13 çekên RBG tevî 42 roket û 24 heşû
2 sindoq û 738 guleyên doçka 37 mm
Çekeke doçka 12.5, 5 hezar û 900 gule, tevî 4 sindoqan.
3 çekên doçka 14.5, 4 sindoq û 2 hezar û 150 gule.
2 çekên doçka A6
4 hezar û 100 guleyên doçka 23 mm
4 hezar û 200 guleyên Aleksey
80 kêrên leşkerî
12 moşikên geramhiyê
10 fozayên din ên germahiyê
9 rextên xwekujî
4 sindokên teqemeniyê
270 bombeyên destan
144 bombeyên bi destan hatin çêkirin
Hawaneke 120 mm û 6 topên wê
17 topên hawanên 82 mm
82 topên hawana 60 mm ku bi destan hatin çêkirin
5 hawanên bi destan hatin çêkirin
Roketavêjek tevî 53 topên wê
2 balafirên kefşê yên biçûk
Qernasek
11 topên tankê
34 bêtêlên Hytra
43 bêtêlên metrola
Dorbîneke tankê
5 dorbînên germahiyê
20 dorbînên rojê
Maşîneyeke FORD
2 wesayîtên HYUNDAI
Wesayîteke KIA
Wesayîteke leşkerî
Kamyonek
6 motoskilêt
Yek sahrîc ango depo
Cenaretorek
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê di operasyona Xezeba Xabûrê de 20 şervanên wan ku bi lehengî li ber xwe dan gihiştin şehadetê.