Barzanî: PDK karên ne li rê û talanê dike

Ji rêveberên berê yên PDK'ê Edhem Barzanî da xuyakirin, ku PDK karên ne li rê û talankariyê dike. Barzanî bi gotina "Kîjan rayedar tevlî karên ne li rê nebûye?" nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir, divê sîstem ji nû ve bê avakirin.

Endamê berê yê Konseya Serokatiyê ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) Edhem Barzanî yê berî du salan ji wezîfeya xwe îstifa kir, bal kişand ser karên ne li rê yên endamên PDK'ê. Barzanî got, "PDK'yî partiyê ji bo xizmeta xwe bi kar tînin. Sîwana Mele Mûstafa Barzanî vekir gelekî mezin bû, lê dema mirov îro lê dinêrin, tê dîtin ku ev sîwan gelekî biçûk bûye."

Barzanî da xuyakirin, ku divê PDK reforman bike û got, "Pêwîste destûr ji karên ne li rê re neyê dayîn. PDK amûrek bû, ne armanc bû. Îro her tişt berevajî bûye. PDK'yî partiyê ji bo xizmeta xwe bi kar tînin. Ev 20 sal in em ji bo yek hêz, yek asayîş û yek temsîlê têdikoşin. Mixabin me ev bi ser nexist."

'RAYEDAREKÎ BI TENÊ YÊ TEVLÎ KARÊN NE LI RÊ NEBÛYE, NÎNE'

Barzanî rewşa li Başûrê Kurdistanê weke talankariyê pênase kir û got, "Li gorî min, ev mijar ji nelirêtiyê mezintir e. Nelirêtî gihaştiye asta talankariyê. Dema projeyên ji 140 mîlyon dolarî diqetin, maliyetên 400 mîlyon dolarî derdikevin holê. Gelo kîjan rayedar tevlî karên ne li rê nebûye? Divê sîstema hikûmetê ji nû ve were nirxandin. Wezîr jî di nav de pêwîste hin kes bên guhertin. Divê qanûn werin guhertin. Eger kontrol û lêpirsîn nebe, reform jî nikare bê kirin."

KÎ YE?

Edhem Barzanî yê di sala 1962'an de ji dayik bû, kurê birayê Mele Mûstafa Barzanî, Osman Barzanî ye. Beriya niha li Herêma Kurdistanê lîderiya Hîzbûllahê kiribû. Di sala 2003'an de tevlî nava PDK'ê bû û di kongreya 13. de ji bo Konseya Serokatiyê hatibû hilbijartin.