Elîf Sû ya 4 mehî ku li jêrzemîneke li Sûrê asê ma ye, ev 10 roj in li benda derxistinê ye. Walîtiyê da xuyakirin, ku wê îro korîdor bê vekirin, lê belê gelê Sûrê dibêje, "Em nikarin di nava gulereşandinê de derkevin."
Li navçeya Amed Sûrê, ku ev 87 roj in dor lê hatiye pêçandin û êrîş lê tê kirin, ji 17'ê Sibatê û vir ve Elîf Sû Aslan a 4 mehî û nêzî 200 mirovên sivîl, tevî zarokên xwe li jêrzemînan asê man e.
Tevî ku Walîtiya Amedê diyar kir, wê du caran korîdor bê avakirin jî, welatî ji ber ku ewlekariya jiyana wan nîne dibêjin nikarin derkevin. Herî dawî Walîtiyê got, "Wê di navbera saet 15:30-17:00 de korîdor bê vekirin'. Lê belê yek ji mirovên li jêrzemînan asê mane Remziye Tosûn ku tevî zarokên xwe li jêrzemînê ye got, "Korîdora çi? Di nava gulereşandinê de em tevî zarokên xwe dernakevin. Dema heyet hat cem me, wê çaxê em ê derkevin. Naxwe em li vir bimirin çêtir e. Bila qedexe û dorpêçî were rakirin, hingî em ê derkevin. Mirovên li Sûrê bê xwedî nehêlin."