Hevşaredarên Dêrikê hatin girtin
Hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya, tevî Alîkarê Hevşaredaran Mûrat Ozuçalişir û Cebrail Pariltili ên berî 4 rojan hatin binçavkirin, hatin girtin.
Hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya, tevî Alîkarê Hevşaredaran Mûrat Ozuçalişir û Cebrail Pariltili ên berî 4 rojan hatin binçavkirin, hatin girtin.
Hevşaredarên navçeya Mêrdîn Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya, Alîkarê Hevşaredaran Mûrat Ozuçalişir, endamên Meclîsa Şaredariya Dêrikê Yaşar Acabey û Mûstafa Kûtlar ên berî 4 rojan hatin binçavkirin û bi hinceta "ewlekariyê" sewqî Mêrdînê hatin kirin û Cebraîl Parilti yê du roj berê hat binçavkirin, bi sîstema SEGBÎS îfade dan dozgerê Dêrikê.
Piştî îfadeyê, dozgerê Tirk ê li Dêrikê bi daxwaza girtinê her 6 kes şand ji Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Dêrikê.
Di encama wergirtina îfadeyan bi rêya SEGBÎS'ê de dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" Hevşaredar Erdem û Çetînkaya, Alîkarê Hevşaredaran Ozuçalişir û Cebraîl Pariltili girt.
Endamên Meclîsa Şaredariyê Acabey û Kûtlar jî ji bi awayekî negirtî bên darizandin, hatin berdan.