Li Dêrika Çiyayê Mazî şerekî dijwar diqewime

Li bejahiya Dêrikê, duh bi şev şerekî dijwar destpê kir û heta niha dewam dike.

Navçeya Mêrdîn Dêrikê ku ev demeke dirêj e ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, ev hefteyeke dibe hedefa êrîşên dewletê.

Duh bi şev li bejahiya navçeyê şerekî dijwar destpê kir. Şerê ku dengê çekan ji navenda navçeyê jî tê bihîstin, hînê dewam dike.

Tevî vî şerê li bejahiya navçeyê, danê sibehê jî li navenda navçeyê şer ji nû ve destpê kir.

Bi taybetî ji taxên Kale û Dag dengê dijwar ê çekan tê.

Li taxan car carna teqîn jî rû didin.