Maseya Krîzê: 101 cenaze li benda teşxîskirinê ne
Maseya Krîzê ya li ser karê otopsiya mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin hat avakirin, da xuyakirin ku hejmara cenazeyên rakirine nexweşxaneya 178 e.
Maseya Krîzê ya li ser karê otopsiya mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin hat avakirin, da xuyakirin ku hejmara cenazeyên rakirine nexweşxaneya 178 e.
Maseya Krîzê ya li ser karê otopsiya mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin hat avakirin, da xuyakirin ku hejmara cenazeyên rakirine nexweşxaneya 178 e. Maseya Krîzê bang li malbatan kir û got, "Divê ji bilî Maseya Krîzê serî li kesî nede û ji kesî bawer neke."
Maseya Krîzê ya ji aliyê DBP, MEYA-DER û Komeleya Huqûqnasan a Mezopotamyayê(MHD) ji bo bi awayekî zelal birêvebirina otopsiya cenazeyên welatiyên li Cizîrê hatin qetilkirin, li Amedê hatibû avakirin. Maseya Krîzê îro li Navenda Giştî ya DBP'ê bi civîneke çapemeniyê daneyên der barê wehşet otopsiyê de daxuyand. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Ayşegul Çoban di civînê de diyar kir ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de heta niha 178 hatine derxistin û ji vana 41 jê di encama testa DNA'yê de nasnameyên hatine tespîtkirin û got, "Li Cizîrê piştî pêkanîna komkujiya hovane, di ser cenazeyan re dixwazin zilmê li malbatan bikin. Dema malbata cenazeyên xwe werdigirin rastî tacîz û geflêxwarinê tên. Bi rojan nikarin cenazeyên xwe wergirin."
Çoban malbata hişyar kir ku ji bilî Maseya Krîzê bila serî li tu kesî û derî nedin û bawer nekin. Çoban ji malbatan xwest ku ji bo cenazeyan û nimûneyên DNA'yê serî li Maseya Krîzê bidin û da zanîn ku ji aliyê berpirsiyaran ve cenaze bêyî li benda encama DNA'yê bê sekinandin li goristanên bêkesan tên definkirin. Her wiha Çoban dest nîşan kir ku, li Şirnexê 13 cenaze jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine revandin û li goristana bêkesan hatine definkirin.
Maseya Krîzê diyar kir ku li Cizîrê cenazeyên ku ji jêrzemînên wehşetê hatine derxistin 78 heb li Xabûrê, 13 li Şirnexê, 28 li Rihayê, 20 li Dîlokê, 17 li Mêrdînê, 16 li Cizîrê û 6 li Meletiyê bi giştî 178 heb cenaze ne.
Daneyên Maseya Krîzê yên din wiha ne:
*Heta niha ji cenazeyên hatine derxistin 65 hatine definkirin. 12 yên din jî hatine teşxîskirin lê hîn nehatine definkirin. 101 cenaze jî hîn nehatine teşxîskirin.
*Cenazeyên ku ji bo teşxîsê hatine rawestandin jî li Rihayê 13'ê, li Xabûrê 53, li Dîlokê 9, li Mêrdînê 6, li Cizîrê 14 û li Meletiyê 6 in.