Hêzên dewleta Tirk êrîşî taxên berxwedanê dikin

Li Nisêbînê ji taxên berxwedanê Taxa Abdulkadîrpaşa ji aliyê wesayîtên zirxî hatin gulebarandin. Êrîş dewam dikin.

Li Nisêbînê ji taxên berxwedanê Taxa Abdulkadîrpaşa ji aliyê wesayîtên zirxî hatin gulebarandin. Êrîş dewam dikin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku dorpêç lê didome, Taxa Abdûlkadîrpaşa ya her tim dibe hedefa hêzên dewletê dîsa ji wesayîtên zirxî hatin gulebarandin.

Hate ragihandin ku cih bi cih dengê teqînan ji taxê tê.