Cenazeyê endamê YPS'ê Gunduz hat veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Îzzet Gunduz ê li Cizîrê hat qetilkirin, li Sêrtê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Îzzet Gunduz ê li Cizîrê hat qetilkirin, li Sêrtê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Endamê YPS'ê Îzzet Gunduz ê li navçeya Şirnex Hezexê hat qetilkirin, li Sêrtê hat veşartin. Cenaze danê sibehê ji aliyê malbatê ve li Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê hat wergirtin. Piştî ku cenaze li navçeya Misricê hat pêşwazîkirin, anîn Mizgefta Şêx Mûsa. Piştî wecîbeyên gorî bi sedan kesî darbest hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Polîsên Tirk ên dor li goristanê girtibûn, dirûşme ji xwe kirin bahane û gef li gel xwarin. Polîsan her wiha şîdet li dayikan kirin.
Girseya gel meşa xwe dewam kir, lê vê carê jî polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîş kirin. Tevî êrîşa polîsan jî girseya gel meşa xwe dewam kir û cenazeyê Gunduz veşartin.
Apê Gunduz Vehbî Gunduz li vir axivî û diyar kir, ku dewlet ji cenazeyên Kurdan jî ditirse.
Piştî merasîma cenaze, girseya gel çû mala serxweşiyê ya li taxa Yenî Mahalleh û ji malbatê re sersaxî xwest.