YPG: Êrîş binpêkirina agirbestê ne

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Efrîn û Helebê diyar kir ku êrîşa li hemberî Efrîn û Şêx Meqsûdê binpêkirina agirbestê ye.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê li Heleb û Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li hemberî biryara Konseya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê û rawestandina çalakiyên dijberiyê rêzdar in. Fermandariyê diyar kir ku hin komên çete ev biryar di roja yekemîn de binpê kirine û êrîşî gundên kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kirine.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê li Heleb û Kantona Efrînê wiha ye:

“Ji bo raya giştî

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel diyar dikin ku em li hemberî biryara Konseya Bilind a Netewên Yekbûyî ya agirbestê û rawestandina çalakiyên dijberiyê ku di 27’ê Sibatê de destpê kiriye rêzdar in û em li gorî biryarê tevdigerin. Lê piştî ku biryar saet di 00.00 de ket pratîkê komên çete yên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ku li bajaroka Atmê ya girêdayî Idlibê bi cih bûne, bi çekên giran di berbangê de êrîşî gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê kirin.

Heman komên çete ku li gundê Qubtan El-Cebel bi cih bûne bi topên hawanê û tîpên gazê (topên dojehê) êrîşî gundê Başemrê yê navçeya Şêrewa kirin. Di encama topbaranê de gelek malbatên van gundan neçarî koçberiyê dibin. Her wiha gelek ziyanên madî bi welatiyên sivîl bûne.

Li aliyekî din komên çete yên girêdayî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û hevkarên wan ji 14’ê Sibatê ve li dijî deverên sivîlan ên taxa Şêxmeqsûd bi çekên giran êrîşên xwe bê navber berdewam dikin. Di encama  êrîşên van çeteyan de jî bi sedan birîndar bûn. 

Piştî ku biryara agirbestê ket meriyetê van komên çete hovîtiya xwe li dijî deverên sivîlan ranewestandin û berevajî wê asta hovîtiya xwe dijwartir kirin. Di encama van êrîşên dawî de jî ku di roja yekem û duyemîn a hevpeymana agirbestê dijwartir bûye, şevanekî YPG’ê şehîd ket û 12 welatiyên sivîl û di nava wan de zarok jî hebûn birîndar bûn.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel li Heleb û Efrînê dibêjin ku ev êrîşên van komên çete hêrsa hêzên me bilind dike û ev koman ti carî aramiyê ji Sûriyeyê re naxwazin û bi hemû derfetên xwe hewl didin hevpeymana agirbestê têk bibin.  Ev êrîşa van komên çete rastiya wan dide diyarkirin. Em ji raya giştî re dibêjin ku me hê jî mafê xwe yê parastinê bikar naniye.”