Li Şêx Meqsûdê êrîş: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, 5 sivîl birîndar in
Çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk tevdigerin, êrîşên xwe yên li hember taxa Kurdan a Şêx Meqsûda Helebê dewam dikin.
Çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk tevdigerin, êrîşên xwe yên li hember taxa Kurdan a Şêx Meqsûda Helebê dewam dikin.
Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên bi topên hewanê êrîş kirin, zarokek qetil kirin, 5 sivîl jî birîndar kirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, êrîşên çeteyan li hemberî gelê sivîl ên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike.
Di êrîşa çeteyên xwe li avahiyên bilind ên li Benî Zeydê û rêya Kastêlo bi cih kirine de duh zarokekî navê wî nehat zelalkirin jiyana xwe ji dest da, 4 jê zarok 5 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar li Navenda Tenduristiyê ya Heyva Sor tên dermankirin.
Li gor agahiyên rayedarên Navenda Tenduristiyê, navên birîndaran wiha ne: Xebat Elî (32), Mihemed El-Elî (8), Emel Îsa (12), Ehemd Îsa (10) û Ehmed Elîko (5).
Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran giran e.