Li Nisêbînê tevgera wesayîtên zirxî

Li Nisêbînê ku terora dewletê lê didome, li Cadeya Çagçagê tevgera wesayîtên zirxî destpê kir.

Li Nisêbînê ku terora dewletê lê didome, li Cadeya Çagçagê tevgera wesayîtên zirxî destpê kir.

Li Nisêbînê ku dorpêça rêveberiya awarte bi awayekî pratîkî dewam dike û êrîşên hêzên dewletê li ser taxên berxwedanê didome, danê êvarî  li Cadeya Çagçagê tevgera wesayîtên zirxî zêde bûn.

Danê sibehê jî hêzêjn YPS û YPS- Jinê li nêzî otogara kevn, bi roketan çalakî li hember wesayîta zirxî ya Kobra li dar xistin, di encam de wesayît bêkêr bû. Rayedarên dewleta Tirk jî dan xuyakirin ku polîsek mirî ye.

19’ê Sibatê, ji ber gulebarana ji wesayîtên zirxî yên li Cadeya Çagçagê hatibûn bicihkirin, Gulşah (Dilşa) Ak hatibû qetilkirin, keça wê Sevgî Ak jî birîndar bibû.