YPS: Li Hezex û Şirnexê 11 çeteyên AKP'ê hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya YPS'ê, di çalakiyên li Hezexê de 10, li navenda Şirnexê jî endamekî tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. Li Nisêbînê jî maşîneke zirxî hat rûxandin.
Li gorî daxuyaniya YPS'ê, di çalakiyên li Hezexê de 10, li navenda Şirnexê jî endamekî tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. Li Nisêbînê jî maşîneke zirxî hat rûxandin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser şer û berxwedana li Hezex û navenda Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniya YPS'ê, di çalakiyên li Hezexê de 10, li navenda Şirnexê jî endamekî tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. Li Nisêbînê jî maşîneke zirxî hat rûxandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Kordînasyona Giştî ya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 27'ê Sibatê saet di 16:00 de çeteyên AKP'ê yên li Kurdistanê ji 3 baskan ve êrîşî taxên li navenda Hezexê kirin. Hêzên me ev çete hedef girtin. Di şerê li vir de 5 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Çeteyên tevgera taybet ên xwe vedikişandin, vê carê bi maşînên zirxî ji rêgeheke din êrîş kirin û ev çete jî hatin bêbandorkirin. Di encama teqîna xefikek ji teqemeniyê de, tankekê derba giran xwe û lê wer hat ku nema karibe bê bikaranîn. Piştî teqînê 4 endamên tîmên taybet hatin kuştin. Li heman herêmê di çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hat kuştin. Çeteyên AKP'ê yên êrîşa wan hat şikandin, piştî vî şerî û xwarina derbên giran xwe vekişandin. Dûre bi teknîka giran bombe li taxan barandin."
LI ŞIRNEXÊ ENDAMEKÎ TÎMÊ TAYBET HAT KUŞTIN
YPS'ê li ser çalakiyên li navenda Şirnexê jî agahî da. Li gorî vê yekê, Di şeva 27'ê Sibatê de, çawişekî pispor li taxa Yenîmahalle ya Şirnexê di cafeya xwe de hedef hat girtin û bi giranî birîndar bû.
Li hemberî mala polîsan a li taxa Bahçelîevler a li navenda Şirnexê jî çalakiyeke sûîqestê hat kirin û li vir polîsek hat kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 27'ê Sibatê danê nîvro, çeteyên AKP'ê bi kepçeyan hewl dan bendên li taxa Yeşîlyûrt a li Şirnexê rakin. Di vê kêliyê de hêzên me li vê kepçeyê dan û ew bêbandor kirin. Operatorê kepçeyê di encama vê çalakiyê de bi giranî birîndar bû.
LI NISÊBÎNÊ MAŞÎNA ZIRXÎ HAT RÛXANDIN
28'ê Sibatê saet di 06:00 de li ser kolana Çaxçax a Nisêbînê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hedef hat girtin û hat rûxandin. Lê belê hejmara çeteyên di hundirê vê maşîna hat rûxandin de bûn, nehat zelalkirin."