Polîsên Tirk avêtin ser mala wekîlê HDP'yî Encu lê bû
Avahiya li taxa Suryanî ya Hezexê, ku Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û rojnamevan tê de bûn, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Avahiya li taxa Suryanî ya Hezexê, ku Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û rojnamevan tê de bûn, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Polîsên tevgera taybet, tevî ku biryara lêgerîna li malê tinebû hewl dan bikevin hundirê xaniyê Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu tê de bû. Encu nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û xwest biryara lêgerînê nîşanî wî bidin. Li ser vê yekê polîsên Tirk gef li Encu xwarin û jê re gotin, "Em dewlet in, em dikarin te li erdê dirêj bikin."
Avahiya li taxa Suryanî ya Hezexê, ku Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û rojnamevan tê de bûn, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan gotin ku ew ê bikevin hundir û lêgerînê bikin. Encu nerazîbûn nîşanî polîsan da û jê xwest biryara lêgerînê nîşanî wî bidin.
Li ser vê yekê polîsên Tirk gef li Encu xwarin û jê re gotin, "Em dewlet in, em dikarin te li erdê dirêj bikin."
Piştî ku biryara lêgerînê hat, polîsên tevgera taybet ên Tirk ketin hundirê avahiya ji sê qatan.