Piştî banga hevpar a hevserokên Giştî yên KCD, HDK, HDP û DBP’ê ku duh ji bo meşa sibehê li bajar bê lidarxistin bang kiribûn, Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û her wiha der barê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek jî lêpirsîn da destpêkirin.
Hate hînbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de qeydên axaftinên Demîrtaş û Yuksek duh kirine, xistine lêpirsînê. Hate diyarkirin ku lêpirsîn ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Terorê dimeşîne, eger di lêpirsînê de hêmanên sûcê bên dîtin, hate hînbûn ku ji bo rakirina mafê destnewardanê yê Demîrtaş wê fezlekeyê bişînin Wezareta Edaletê.
Hevseokan wiha bang kiribûn: “Heta li Sûrê, dorpêç, qedexe rabin, divê her kes her roja Çarşemê ji cihê ku lê ne, ber bi Sûrê bimeşin.”