Divê dewleta Tirk êrîşên li hember Kurdan rawestîne
Bertekek li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’e û dewleta Tirk jî ji Partiya Modera a Swêdê hat.
Bertekek li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’e û dewleta Tirk jî ji Partiya Modera a Swêdê hat.
Parlamentera Partiya Moderat Margareta Cederfelt, di pêşnûmeya nivîskî ya da Parlamentoya Swêdê de diyar kir ku divê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Kurda demildest rawestîne, xwest muzakereyên aştiyê ji nû ve destpê bike.
Di pêşnûmeyê de Cederfelt, pêşketinên li Tirkiyeyê wek fikar e nirxand û diyar kir ku di nav mehên dawî de li hember sivîlan êrîş pêk tên, bal kişand ku piştî pêvajoya aştiyê ji aliyê dewleta Tirk hat bidawîkirin, li hemberî Kurdan zext, şîdet û qetlîam zêde bûne.
Cederfelt xwest ku dewleta Tirk demildest êrîşên xwe yên li hemberî sivîlan rawestîne, xwest ku ji bû ji nû ve êrîş pêk neyên jî di bin çavderiya aliyekî sêyemîn de ji nû ve li muzakereyên aştiyê bên vegerandin.
Ji Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê re jî tê pirsîn ku ji bo rawestandina êrîşên zalimane yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û vegerîna hevdîtinên aştiyê, wê di şexsê Yekîtiya Ewropa da bikeve nav hewldanan an ne.
Cederfelt têkîldarî mijarê pirsên me bersivandin, got bi wekîlên ji partiyên din jî bi armanca Swêdê bixin dewrê wê daxwaza hevdîtinê ji Wezîrê Karên Derve bikin û di parlamentoyê de têkîldarî mijarê wê konferansekê li dar bixin.
Tê diyarkirin ku wekîlên ji partiyên cuda, di serî de Sûr ji bo dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Kurdan rawestîne, danezanek bange ya ji bo hikûmeta AKP’ê ji îmzeyê re hatiye vekirin.