YRD: Şoreş Mistefa weke erk her dem ronîkirin digirt
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), têkildarî Rojnamevan Şoreş Mistefa yê ku jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand.
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), têkildarî Rojnamevan Şoreş Mistefa yê ku jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand.
YRD’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha destnîşankir: “ Şoreş Mistefa ji beriya her tiştî kesekî welatparêz, gelparêz û bi nirxên mirovahiyê mezin bibû; bi ked, azadî û bi pîvanê wekhev hatiye strandin û kesayetekî ronakbîr e. Ew tenê ne nivîs û xetên ku di hat pêşiyê, ew di heman demê de rojnamevanekî bihizîrîn, pirsyarkirin û xwedî sekneke diyar bû. Ji ber vê di tevahî jiyana xwe de rastî dîtin û rastiya ronîkirin weke erkekî dîtibû û di heman demê de jî kesayetekî ruh û kêrhatina xwe jî daniye holê. Ev jê hatina wî, sekin, fedekarî û cesareta wî ji bo derdora wî bûye cihê moral, motîvasyon û çavkaniya îlhaman.”
‘JIYANA WI YA TÊKOŞÎNÊ WÊ WEKE DIYARIYEKÊ BIBE’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Şoreş Mistefa pîşeyê rojnamevaniyê rast dizanî û di çarçoveya rêgezên ku pê bawer dikir dida meşandin, bi salan nûçeyên ku çêkir, bi propagandayên siyasî û analîzên xwe texdîr û hezkirin qezenç kiriye. Di serî de bi rêzdarî cih di dilê gelê Başûrê Kurdistanê, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye. Em ji tevahî dilê xwe bawer dikin ku, wê gelê Kurd ti car mirovên ewqas hêja ji bîr nekin, wê pîşe û jiyana wî ya têkoşînê weke diyariyekê di dilê xwe de bi cih bikin.
Em jî weke hevrêyên wî, heval û hempîşeyên wî, di rêya rojnamevaniyê ya ku pê bawer dikir û nirx didayê de ti caran gav şûn de navêjin, di serî de ji malbat û hemû heskiriyên wî re û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”