Li Cizîrê teqîna dijwar

Piştî ku li Cizîrê "qedexeya derketina derve" bi rojê hat rakirin, welatiyan dest bi vegera li malên xwe kirin. Li taxa Cûdî, di teqîneke ji ber sedemeke nediyar e de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Li Cizîrê, piştî ku "qedexeya derketina derve" ya du meh û nîvan dewam kir û bû sedema qetilkirina bi sedan mirovan bi rojê hat rakirin, gelê navçeyê dest bi vegerê kir.

Şêniyên taxê dema ji bo biçin malên xwe berê xwe dan taxa Cûdî, li kolana Omer Hayyam teqîneke sedema xwe nediyar, rû da. Ji ber teqînê zarokek û jinek birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Kolan hatiye valakirin û ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.