Li Artemêtanê ‘Dibistana Dayikê ya Taybet Înan’ hat vekirin

Navê Taybet Înan a ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat qetilkirin, li Dibistana Dayikê ya ji aliyê Şaredariya Artemêtanê ve hat avakirin hat kirin, bi beşdariya jinan hat vekirin.

Navê Taybet Înan a ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat qetilkirin, li Dibistana Dayikê ya ji aliyê Şaredariya Artemêtanê ve hat avakirin hat kirin, bi beşdariya jinan hat vekirin. 

Şaredariya Artemêtanê navê dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) a ku li navçeya Silopiyayê hat qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li kolanê mabû, li dibistana dayikê ya nû kir. Di vekirina dibistana dayikê de, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, Hevşaredara Artemêtanê Nûrhayat Çelîk, aktivîstên KJA’yê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek jin amade bûn.

 ‘CENAZEYÊ WÊ JÎ LI SER PIYA BÛ’

Di vekirinê Dibistana Dayikê ya Taybet Înan de Ozgokçe axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ne jin, zarok, kal, pitik nas nake, qetil dike. Ozgokçe wiha anî ziman: “Dayika Taybet bû sembola wehşeta dewleta Tirk a li Kurdistanê. Rê hat girtin ku cenazeyê wê neyê rakirin;cenazeyê wê bi awatekî hovane hefteyekê li kolanê ma. Rê nedan ku zarokên wê jî nêzîkî cenazeyê dayika Taybet bibin, wisa kirin ku 10 metreyan ji dûr ve lê binêrin. Dewleta Tirk ev wehşet bi serê Kurdan anî. Cenazeyê dayika Taybet li dijî hemû wehşetê li ser piyan bû, bûye sembola gelê Kurd û jina Kurd.”

Ozgokçe spasiya Şaredariya Artemêtanê kir ku li nirxê mirovahiyê xwedî derketiye û bi jiyandina navê dayika Înan jî xebateke pîroz kiriye.

Piştî axaftina Ozgokçe, Dibistana Dayikê ya Taybet Înan bi beşdariya endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ve hat vekirin.

Di vekirinê de li ser navê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya axivî û anî ziman ku ti êrîş û qetlîam gelê Kurd ji azadî û têkoşîna demokrasiyê nikare dûr bixe.