Qetlîamên AKP’ê sibehê li Parîsê tê protestokirin

Qetlîamên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike wê sibehê li Parîsê bê protestokirin.

Amadekariyên meşa ku Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re ku CDK-F, HDK, DIDF- ACTIT, Kovara Odak, ATIK, Alinterî, Kizilbayrak, Proletaryaya Şoreşger jî di nav de ye, temam bû. Meş sibehê saet 14.00’an li Qada Bastîlle destpê dike, li ser navê Platformê Hevserokê CDK-F Rustem Ozay wiha bang kir: “Qetlîamên ku dewleta faşîst a TC li ser Kurdistanê dimeşîne, êdî hatiye asta ku nayê qebûlkirin. Qetlîama ku li Cizîrê di jêrzemînên hovîtiyê de pêk anîn, îro hewl didin li Sûrê jî pêk bînin.”

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Ozay got, “Em wek Kurdistanî û rêxistinên şoreşger, em dikarin deynê xwe yê  şehîdê me yê leheng Mehmet Tûnç ku sembola berxwedana Cizîrê ye û tevahî şehîdên xwe yên berxwedana xwerêveberiyê bi xwedîderketina berxwedana Sûrê û pêşîgirtina qetlîamek mezin a duyem bidin” û ji bo meşa mezin banga tevlîbûnê li gelê Kurdistanê û şoreşgeran kir.