8 şervanên YPG’ê yên ku di pêvajoya ‘Xezeba Xabûrê’ de jiyana xwe ji dest dan û şervanekî erka xweparastinê yê ku li gundê Til Hemanê jî jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Karwanê şehîdan ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saroxan, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo û bi hezaran welatî û endamên saziyên civaka sivîl, ber bi goristanê ve bi rê ketin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Her wiha merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên erka xweparastina û YPG û YPJ’ê ve hat pêşkêşkirin. Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif axivî û rola şoreşgeran di rizgarkirina gelek herêmên Sûriyeyê de nirxand.
Derbarê kiryarên hikûmeta Tirk de jî Yûsif got:”Hikûmeta Tirk kiryarên xwe li dijî hemû pêkhateyên Rojava dimeşîne, vê dawiyê ev yek li Girê Spî eşkere bû, li dijî îradeya gelên herêmê û destketiyên wê, her wiha li dijî sekna pêkhateyên herêmê ya mil bi mil li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, piştgiriya komên çeteyan dike.
Yûsif her wiha diyar kir ku serkeftina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Şedadê ji tevahiya pêkhateyên herêmê re jî serkeftinek e.
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Giştiya Saziyên Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Kamîran Lewend, li ser navê Yekîneyên Parastina Gel Lewend Rojava, li ser navê pêkhateya Ereb Şêx Muhemed El-Tella, li ser navê oldaran şêx Muhemed El-Raşîd û li ser navê yekîtiya Siryanan Îbrahîm Qes Îbrahîm axaftin kirin.
Axaftvanan rola pêkhateyên di rizgarkirina herêmên wan de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û serkeftinên QSD’ê nirxandin û diyar kirin ku ” Oxirkirina şehîdên ji pêkhateya Kurd, Ereb û Suryan di merasîmên cuda de di herêmên Rêveberiya xweser de nîşana yekbûnê ye.
Di dawiya merasîmê de belgeyên şehadeta cangoriyên azadiyê hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin, bi dirûşmeyên dilsoziyê û silavkirina berxwedaniya Rojava şehîd sipartin axê.
Navên Şehîdan ev in: “Ebdulhemîd El-Ifîn (Ciwan Çiya), Hisên Mihemed Emîn (Serhed Hesekê), Remezan El-leylî (Sîwar Hesekê), Ehmed Îsa (Nemrûd Nimir), Izeddîn Faris (Delîl Hesekê), Esed Ehmed Midaw (Enes Qamişlo), Mihemed Xelef (Zagros), şervana di nava refên YPJ’ê de Hemrîn Mustefa (Dilsoz) û endamê erka xwepaastinê Emar Muhemed (Zînat).”