Çeteyên qesrê êrîşî taxên berxwedanê dikin
Yek ji taxên berxwedanê yên Nisêbînê taxa Abdulkadîrpaşa ji aliyê çeteyên qesrê ve tê bombekirin.
Yek ji taxên berxwedanê yên Nisêbînê taxa Abdulkadîrpaşa ji aliyê çeteyên qesrê ve tê bombekirin.
Êrîşên danê sibehê destpê kirin, dewam kirin.
Ji maşînên zirxî yên li ser rêya nexweşxaneya berê bi cih bûne, bombe û gule li taxa Abdulkadîrpaşa tên barandin.
Ji ber êrîşê zerar li gelek xaniyan bû. Hêzên dewleta Tirk her wiha trafo hedef girtin.
Piştî êrîşê elektrîka taxên Abdulkadîrpaşa û Firatê qut bû.
Êrîşên li hemberî taxên din jî dewam dikin.