Li Agiriyê ablukaya leşker û polîsan

Polîs û leşkeran li gelek qadên navend û navçeyên Agirî nuqteyên kontrolê danîn û di ketin derketinên navend û navçeyan de kontrola nasnameyan dikin.

Polîs û leşkeran li gelek qadên navend û navçeyên Agirî nuqteyên kontrolê danîn û di ketin derketinên navend û navçeyan de kontrola nasnameyan dikin.

Yekineyên polîs û leşkeran li gelek qadên Agirî û navçeyên wê nuqteyên kontrolê danîn û lêgerinê dikin. Polîs û leşker di lêgerîna nasnameyan de welatiyan binçav dikin. Polîs û leşker bi maşîneyên zirxî di ketin û derketina navçeyên Xamur, Dutax, Panos, Bazîd û Avkevirê nokteyên kontrolê danîn û nasnameyên welatiyan kontrol dikin. Polîs li navendan jî lêgerînan dikin û maşîneyên sivîl didin rawestandin.