Mîstûra: Li Sûriyeyê pêşketin heye, lê serketin ne garantî ye
Wezîfedarê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra got agirbesta li Sûriyeyê ne “garantî” ye, lê pêşketinên berbiçav hene.

Mîstûra piştî civîna koma xebatê ya têkîldarî alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyeyê axivî, wiha got: “Rewşa herêmê mirov dikare wek hessas bi lêv bike. Serketin ne garantî ye, lê pêşketinên berbiçav hene. Vê ji Sûriyeyiyan bipirsin.”
Mîstûra wiha dirêjî da axaftina xwe: “Asta şîdeta li welat di astek mezin de ketiye. Bi giştî mirov dikare bêje, hevpeymana bidawîkirina dijminantiya dixebite.”
Mîstûra diyar kir k udi tevahî hevpeymanên dawîanîna dijminantiyan û agirbestan de li hin qadan şer didomin, got li Hama, Hûmûs, Lazkiye û Şamê li gelek qadan şer didome.
Agirbesta li Sûriyeyê 27’ê Sibatê di bin çavdêriya DYA û Rûsya de destpê kir. Muzakereyên Cenevreyê jî 9’ê Adarê wê ji nû ve destpê bike. Destpêka hevdîtina di serê Sibatê de pêk hat, lê ji ber lihevkirin çênebûn, zêde dewam nekiribû.