Operasyonên QSD berdewam dikin: 31 çete hatin kuştin

Di çarçoveya operasyona QSD’ê ya ku beriya du rojan (2 Adar) li rojavayê Çiyayê Kizwanan li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin de 31 çete hatin kuştin.

Operasyona “Tolhildana Cûdî û Êlîn” ku şervanên QSD’ê piştî êrîşa çeteyan a li ser Girê Spî û Silûk,  2’yê Adarê li rojavayê Çiyayê Kizwanan dabû destpêkirin, didome. Di çarçoveya operasyona ku ji herêma Şeddadê heta başûrê Girê Spî li qadeke berfireh tê meşandin û avakirina xeteke ewlekariyê hedef digire de, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatin xistin.

Ji herêma operasyonê  hat ragihandin ku şevê din 56 km li rojavayê Çiyayê Kizwanan pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnên ku heta saetên serê sibehê dewam kirin de, 31 çete hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destên şervanên QSD’ê.

Operasyona şervanên QSD’ê ya li herêmê berdewam dike.