Rojên Newrozê yên navçe û bajaran hatin eşkerekirin

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), plansaziya Newrozê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me planek taybet a ku bi hezaran kes beşdarî Newroza Cizîrê bibin girtiye dest. Newroza Botanê ya mezin û girseyî wê li Cizîrê bê lidarxistin.”

Daxuyaniya nivîskî ya DBP’ê wiha dewam dike: “Em di pêvajoyeka dîrokî ya Newroza 2016’an re derbas dibin. Me pêvajoyekî pir bi zor û zehmet a têkoşînê û çîrokên dîrokî nivîsîne li pey xwe hişt. Bi perspektîfên rêya rast ku pêşerojê bi me dide nîşandan, ji vê pêvajoya bi zehmet re derbas bûn. Çîroka berxwedanê ya bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan destpê kir, bi Zekiye Alkanan, Rehşanan, Ronahîyan- Berîvanan û herî dawî jî li Silopiya, Cizîr, Gever, Farqîn, Kerboran, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Sûrê û h.w.d vegeriyaye berxwedana gel û bûye Newrozeke zanîstî û çandekî rehê xwe belavkiriye.”

 ‘BI RUHÊ XWERÊVEBERIYÊ...’

Daxuyaniyê bal kişand ser ruhê berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê, wiha diyar kir: “ Perspektîfa me ya li ser vî bingehî ew e ku em Newrozê bi beşdariya milyonan kesan bi awayekî bi heybet pîroz bikin.”

Di serî de Amed, Êlih û Wan bi beşdariya sed hezaran û milyonan dikin hedef ku Newrozê bi awayekî girseyî pîroz bikin.” Daxuyaniyê wiha berdwam kir:

“Newroza Amedê weke her demê wê li Qada Newrozê bê pîrozkirin. Ji bo beşdariya Newrozeke bi heybet ku rastiya berxwedana têkoşînê derxistiye holê, di serî de bang li hemû gelê Kurd û gelên bindest û hemû gelên mezlûm dikin ku di wê rojê de bi ruhê Kawayê Hemdem dakevin qadan.”

Pîrozbahiya Newrozê di serî de li Amedê, Êlih, Wan û hemû herêmên Kurdistanê belav bibe û bê pîrozkirin; li gund, bajarok, navçe û bajar jî di nav de, bi awayekî bandor û beşdariya gel wê esas bê girtin û bê pîrozkirin. Bi beşdariya saziyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, û xebatkarên partiya me komîte hatiye avakirin, plansaziya Newrozê hatiye çêkirin.

 ‘WÊ LI CIZÎRÊ SED HEZARAN KES BEŞDAR BIBIN’

Newroza Cizîrê ji bo beşdariya sed hezaran kesan hatiye bidestgirtin. Newroza Botanê ya herî bi heybet, mezin û girseyî wê li Cizîrê bê lidarxistin. 

Starta Newrozê îsal bi awayekî fermî wê ji 17’ê Adarê û şûn de destpê bike û belavî 6 rojan hatiye kirin. Lê, agirê Newrozê bi emelî wê di 10’ê Adarê li navçe û bajaran li gorî plankirinên xweser wê bên kirin. Starta yekem li Nisêbîn, Farqîn, Gever, Xelfetî, Serêkanî, Kozlûk, Gurgum, Qers, Erzirom, Erzîncan, Çewlik, Elezîz wê bê destpêkirin.

Şîara Newrozê li ser bingehê ‘Rêberek Azad, Kurdistanek Xweser, Tirkiyeyek Demokratîk’ be.

Starta Newrozê wê ji aliyê Hevserokê Giştî ve bi daxuyaniyekî çapemeniyê ji raya giştî re bê ragihandin. 

Li ser vî bingehî li Sûr, Hezex û deverên din ên berxwedanê dorpêçê bişkînin, Newrozê bi serhildanên gel re bigihînin lûtkeya herî jor. Ji niha de em di wê baweriyê de ne ku wê Newroz bibe wesîleya serkeftinên mezin û têkoşîneke bê hempa.”

ROJÊN NEWROZÊ

17’ê Adar: Çewlik,SerêKaniyê, Elezîz, Erzîncan, Erzirom, Gever, Xelfetî, Qers, Kozlûk, Mereş, Nisêbîn, Farqîn û Şirnex.
18’ê Adar: Êlih, Bismil, Dêrsim, Giyadîn, Erûh,Xinis, Hezex, Malazgirt, Mêrdîn, Pirsûs, Şemzînan.
19’ê Adar: Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Çanakale, Çelê, Kerboran, Dêrik, Bazîd, Erxanî , Hatay, Igir, Karakoçan, karliova, Qeserî, Kocaelî, Konya.
20’ê Adar: Edene, Adiyaman, Enqere, Dîlok, Ardahan, Bûlanik, Denizlî, Edirne, Ercîş, Eskîşehîr, Stenbol, Îzmîr, Karayazi, Kirşehîr, Lîcê Manîsa.
21’ê Adarê: Agirî, Amed, Bidlîs, Colemêrg, Karaçoban, Qoser, Sêrt, Gimgim
22’ê Adar: Cizîrê