Mehemedê Botanê qala xwe dike

Mehmet Tûnç wê êdî bi wî dengê xwe yê xurt ê bi gotina 'em nehatin ser çokan' bê bîranîn. Baş e, kî ye ev Mehemedê Botanê yê ku ji niha ve navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandiye?

Mehmet Tûnç wê êdî bi wî dengê xwe yê xurt ê bi gotina 'em nehatin ser çokan' bê bîranîn. Baş e, kî ye ev Mehemedê Botanê yê ku ji niha ve navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandiye? Tûnç ê ku ji sala 1915'an heta 1990'î hemû êşên koçberî û komkujiyên li erdnîgariya xwe di dilê xwe de hîs dikir, di roja 37'an a dorpêçiyê de çîroka jiyana xwe vegotibû.

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bang li wijdanê mirovahiyê kiribû: "Me li ber xwe da, em nehatin ser çokan, bi me serbilind bin..."

Tûnç ê ku di nava tevgera siyasî ya Kurd de bi gelek wezîfeyan rabû, piştî salên 2000'î têkoşîna xwe di nava partiyên siyasî yên Kurd de meşand. Tevlî xebatên Tevgera Civaka Demokratîk (DTH) bû û wextekê ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re Serokatiya Navçeya Cizîrê kir. Di hilblijartinên herêmî yên sala 2009'an de ji Meclîsa Giştî ya Bajarê Şirnexê re weke endam hat hilbijartin. Di Îlona 2011'an de bi operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyaseta Kurd re hat girtin û 4 salan li girtîgehê ma.

Kurte çîroka jiyana wî bi vî rengî ye, lê Mehet Tûnç heybeta Çiyayê Cûdî di bedena xwe, narîniya Dîcleyê jî di ruhê xwe de radigirt. Mizgîniya biharê destekgulek nêrgizan dide Mehmet Tûnç û her kes bi Mehmedê Cizîra Botan re serbilind dibe.

Mehmet Tûnç ê ku bi sekin, gotin û jiyana xwe re wê ti carî neyê ji bîr kirin, bi pêşdîtina xwe re di roja 37. a dorpêçiyê de têkoşîna xwe ji kamerayan re vegotibû. Jiyana wî di navbera efsane û rastiyê de bû. Li cihê ku keştiya Nû piştî tofanê xwe lê danî, yanî li Cifane ji dayik bû. Bi vê gotinê re dest bi axaftina xwe dike. Û wateya gotinên wî dîrok û roja îro digihîne hev. Dibe ku beşa herî destnîşankirî ya gotinên Tûnç, hewldana guhertina çîroka xaka xwe ye.

Tûnç bi dîtina duh, îro û sibe re dibêje, "Mîr Bedirxan îsyan kir û piştre teslîm bû. Em ê ti carî vê nekin. Dîrok wê ji bo Kurdan dubare nebe."

'JI ROJA JI DAYIK BÛM E HETA NIHA, HER ŞER HEYE'

Tûnç ê dibêje ji roja ji dayik bûye heta niha her şer heye, di sala 1974'an de li gundê Cifane yê Şirnexê ji dayik bû. Ev gund gunekî nêzî herêma jê re Cûdiyê Mirada tê gotin e. Li gorî efsaneyekê; keştiya Nûhê piştî tofanê li cihekî lê bisekine digere. Gelek çiya ji vî barî ditirse û mîna Çiyayê Bêxêr serî ditewînin. Lê belê Cûdî serê xwe radike û vî barî hildigire. Piştî vê rojê mirovahî ji gundên li derdora vê derê belav dibe. Yek ji van gundan jî Cifane ye. Nayê zanîn bê rastiya vê efsaneyê çiqas e, lê Mehmet Tûnç li xaka ji tofanê ji dayik bû û mirina wî jî bi tofanekê bû.

Tûnç dibêje, "Ji me re gotin; ya hûnê bibin cerdevan yan jî hûnê ji vir derkevin. Em jî neçar man ji gundê xwe derkevin. Lewma divê ev jiyan bê guhertin, careke din kes ji cih û warên xwe nebin. Piştî hatina Cizîrê weke welatparêzekî me xwest ya wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin."

Bavê 7 zarokan Mehmet di 14 salî de li ser daxwaza malbata xwe zewicî. Tûnç got, "Di sala 1989'an de qanûneke leşkerî hebû li Kurdistanê. Ciwan mîna diçin leşkeriyê, tevlî gerîla dibûn. Em jî dema diçûn komirê, ji aliyê gerîlayan ve hatin sekinandin. Hingî 31 ciwan tevlî gerîla bûn. Fermandarekî gerîla xwest min bi xwe re bibe, lê yekî din got, 'Ev ji xwe zarokê me ye, naçe bi ti cihî'. Piştî vê bûyerê malbata min yekser ez zewicand. Gotina gerîlayê ku gotibû 'ji xwe ev zarokê me ye' tê bîra min. Gelekî mafdar bû, ez her tim bûm ê wan. Ti carî li jiyaneke din nefikirîm."

Dema Mehmet Tûnç ji kamerayan re diaxivî roja 37. bû û bi pêşdîtina rojên pêş axaftina xwe dewam dikir. Car carna hin tê jê tiştan dipirse. Piştî ku bersivê dide wan, dîsa li vegotina xwe ya xwezayî vedigere: "Niha dibe ku her tişt biqewime, dibe ku qedexe jî rabe, dibe ku her tişt jî biqede, em li ber xwe didin. Me xwest ji vî gelî re tiştekî bikin. Bi taybetî me xwest ji gelê Botanê re tiştekî bikin. Me xwest xizmetê ji vî gelê bi salane tê binpêkirin re tiştekî bikin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd demdirêj e. Çawa ku Mazlûman ala berxwedanê ya li zîndana radestî Egîdên li Gabarê kir. Ya ku dikeve ser milê me jî ev rol û mîsyon e."

MALBATA WÎ JI SEYFO RIZGAR BÛ

Mehmet Tûnç dibêje "Em di nava şerekî mezin de ne, lê tevî her tiştî jî em bi hêvî ne" û axaftina xwe wiha dewam dike: "Min tiştek ji jiyana xwe fêm nekir. Lewma divê jiyan biguhere." Tûnç destnîşan dike ku çarenûsa ji gelên Rojhilata Navîn re hatiye nivîsandin divê were guhertin û tîne ziman ku beşek ji malbata wî Suryanî ye û piştî komkujiya 1915'an a Suryaniyan bi zorê kirine Misilman.

Tûnç bibîr dixîne ku piştî 1915'an di salên 1990'î de jî zexta cerdevaniyê li wan hatiye kirin, ji ber ku wan ev qebûl nekirin gundê wan hatiye şewitandin û dibêje, "Madem ev dewlet jiyana li gund û bajaran asteng dike, divê ev muxacirî êdî biqede. Malbata min jî di sala 1915'an de ji fermanekê difilite û bi zorê dikin Misilman. Çawa ku fermanek bi serê kalên em de hat, di salên 1990'î de jî ferman bi serê bavên me de hat. Îro jî dixwazin heman fermanê li bajaran bikin. Lewma divê ti kes ji dewletê bawer neke. Wê ye bi yek vî gelî tine bikin. Çawa ku Asûrî, Ermenî, Keldanî tine kirin, dixwazin Kurdan jî tine bikin."

Tûnç destnîşan dike, ku mirovekî bi dîrokê zanibe, ti carî ji dewletê bawer nake, ew bi xwe jî ti carî ji dewletê bawer nake û wiha dewam dike: "Bila êdî ciwanên me siberoja pêvajoyekê bawer neke. Dibe ku em hinekî lîberal bin. Çawa ku bav û kalên me xwe nêzî li hev kirinê dikirin, em jî li gorî ciwanên nifşê nû hîn bêhtir nêzî lihevkirinê ne. Nifşê nû bi kîn û nefreteke xurt mezin dibe. Mîr Bedirxan îsyan kir, lê piştre teslîm bû. Lê em ê vê ti carî nekin. Dîrok wê ji bo Kurdan dubare nebe."

Taybetmendiyeke din a Mehmet Tûnç ku zêde nayê zanîn dengbêjî bû. Bi dengê xwe yê dagirtî, Botan vedigot.

Di dawiya hevpeyvînê de dibêje "Hemû hevalan silav dikim" û ji cem ve diçe. Diçe pirsgirêkeke din çareser bike...