Polîsan êrîşî Yuksekdag û şêwirmendê wê kirin
Polîsan êrîşî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag û şêwirmendê wê Gungor kirin.
Polîsan êrîşî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag û şêwirmendê wê Gungor kirin.
Dema Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji bo piştgiriya çalakiya Platforma 8’ê Adarê ya Stenbol hat pêşiya Peykerê Ga yê Kadikoyê, polîsan hewl dan asteng bikin.
Polîsan xwestin Yuksekdag derb bikin, piştî şêwirmendê Yuksekdag Sitki Gungor bertek nîşan da, vê carê berê xwe dan wî. Hat dîtin ku polîsan Gungor avêtin erdê û pehîn lê dan.
Yuksekdag û gelê derdor, bi zorê Gungor ji nav lepên polîsan rizgar kirin.