Şerê li herêma Şehba dewam dike

Komên çete El Nûsra, Ehrar el Şam û yên bi wan re tevdigerin, êrîşî gundê Eyîn Deqna yê li herêma Şehba dikin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, komên çete El Nûsra, Ehrar el Şam û yên bi wan re tevdigerin êrîşî gundê Eyîn Deqna yê 2 kîlometre li rojhilatê balafirgeha Minixê ya li bakurê Helebê ye kirin.

Ji ber êrîşa çeteyan, şervanên Ceyş el Siwar (Artêşa Şoreşgeran) bi tundî bersiv dan û şerekî dijwar li vir der bû. Der barê encama şer de agahiyek zelal bi dest neket.