‘Gelê Kurd dibin nimûne; qadên nû ji bo gelan vedikin’
Di panel ali Koblenzê de berxwedana gelê Kurd hat silavkirin, banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Di panel ali Koblenzê de berxwedana gelê Kurd hat silavkirin, banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Li bajarê Koblenz ê Elmanyayê ji aliyê hevbirên Yekîtiya Hêzên Demokratîk panelek hat lidarxistin.
Li ser pêşketinên herî dawî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn, xweseriya demokratîk û xwerêveberiyan nîqaş hat meşandin.
Nûnerên ATÎF, NAV-DEM, Partiya Çep a Elman wek axaftvan tevlî panelê bûn.Di panelê de li ser navê NAV-DEM’ê Ayda Ekmez Kiliç axivî, wek rêya çareseriyê bal kişand ser xweseriya demokratîk û xwerêveberiyan, wezîfeya dikeve ser milên gelên li Ewropa bi bîr xist, destnîşan kir ku çalakiyên wek Strasboûrgê firsendê ava dikin.
Kiliç bi bîr xist ku AKP’e bi wehşetek ji Qetlîama Sêwasê mezintir li Bakurê Kurdistanê Kurdan dişewitîne, diyar kir ku pêwîst e Kurd bi awayekî yekgîrtî û rêxistinî berxwedana xwe mezin bikin.
Li ser navê AGÎF’ê jî Hasan Erol axivî, got têkoşîna gelê Kurd ji bo berxwedanên şoreşgerî qad vekirine. Erol pêwîstiya xebatên penaberan jî anî ziman.
‘JI BO ŞOREŞGERAN MODELEK MÎNAK’
Di panelê li ser navê Dîe Lînke jî axaftin hat kirin, hat eşkerekirin ku bi taybet li Sûriye û Rojava, li Rojhilata Navîn 3. Şerê Cîhanê pêk tê. Nûnerê Dîe Lînke destnîşan kir ku destketiyên Rojava, ji bo tevahî gelên cîhanê mînakên pêşverû û şoreşgerî ava dike.
Panel bi pirs, nêrîn û pêşniyarên beşdarvanan ve temam bû.
13’ê meha li pêş, wê Komaleya Enternasyonal a Koblenz bê vekirin. Yên hewldanan vekirinê dikin bendê ne ku ji Kurd, Tirk û gelên din beşdarbûyinek mezin çêbibe.