Girtiyên PKK'yî yên li Girtîgeha Şakranê rastî êrîşê hatin

Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Şakranê tên ragirtin, rastî êrîşa îdareyê hatin.

Girtiyên PKK'yî di hevdîtina roja Înê ya bi malbatên xwe re ragihandin, ku îdareyê êrîşî wan kiriye.

Li gorî vê yekê; li Girtîgeha Şakranê ku li odeyên ji bo 8 kesan 13-14 kes tên ragirtin, Midûrê Girtîgehê Necmî Azîzoglû bi bahaneya 'wê sewq bê kirin' ji girtiyên PKK'yî xwestiye odeyekê vala bikin û li odeyên ji bo 8 kesan, 17-18 kes bimînin.

Girtiyên ku ev qebûl nekirin, sibeha 4'ê Adarê rastî êrîşê hatin. Tîmên taybet ên ji wan re Robokop dibêjin, ketin hundirê odeyê û bi zorê PKK'yî derxistin.

Girtiyan dan xuyakirin ku Midûr Necmî Azîzoglû ev demeke li dû provokasyonan e û hewl dide mafên girtiyan ji wan bigire.

Girtiyan destnîşan kirin ku ew ê li hemberî êrîşên faşîst li ber xwe bidin û hişyarî dan, ku di her kêliyê de dibe ku tiştên xerab biqewimin, lê ew ê ti carî serî netewînin.

Girtiyan diyar kirin, ji bûyerên qewimîne û biqewimin midûr Necmî Azîzoglû berpirsyar e.