AKP'ê Silopiya xera kir weke 'herêma bi rîsk' ragihand

Têkildarî Silopiyayê, ku ji ber êrîşên dewletê zêdeyî 400 xanî xera bûn, Desteya Wezîran biryara 'herêma bi rîsk' derxist. Biryar li Rojnameya Fermî hat weşandin.

Têkildarî Silopiyayê, ku ji ber êrîşên 37 rojan ên dewletê zêdeyî 400 xanî xera bûn, Desteya Wezîran biryara 'herêma bi rîsk' derxist. Biryar li Rojnameya Fermî hat weşandin.

Li gorî biryarê, taxên herî zêde rastî êrîşê hatin; taxên Barbaros, Başak, Cûdî, Karşiyaka, Şehît Harûn Boy, Nûh, Yenîşehîr û Yeşîltepeyê, weke 'herêmên bi rîsk' hatin îlankirin.