'Sond û peyman e; ev gel wê êdî koledariyê qebûl neke'
Şopa hovîtiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, roj bi roj bêhtir xuya dibe. Li taxên komkujî lê hat kirin ti lêkolîn nehatin kirin. Hêzên dewleta Tirk yekser enqazên li van taxan rakirin û avêtin qiraxa Çemê Dîcleyê.
FERHAT ARSLAN
ŞIRNEX
sêşem, 8 adarê 2016, 10:10
Şopa hovîtiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, roj bi roj bêhtir xuya dibe. Li taxên komkujî lê hat kirin ti lêkolîn nehatin kirin. Hêzên dewleta Tirk yekser enqazên li van taxan rakirin û avêtin qiraxa Çemê Dîcleyê. Şopa JOH û POH li malan hiştine jî, tirsnak e. Tîmên taybet ên li malekê bi cih bûbûn, şûşeyên bîrayên xwe danîne kêleka sobeyekê û Qurana Pîroz jî qetandine.
Cizîrî dibêjin, "Wan nikarîbûn Kobanê têk bibin, hatin ji Cizîrê tol hilanîn. Nîşanî me dan ku ew li vê derê hêza dagirker in. Em çiqasî dibêjin aştî, ew dibêjin hûnê mîna koleyan bimînin. Em êdî nabin koleyên wan."
KILIÇ: BI ŞEWITANDINA MALÊN ME RE NIKARIN KURDBÛNA ME TINE BIKIN
Fatma Kiliç bal kişand ser barbariya leşker û polîsên Tirk ên li mala wan kirine û got, "Ev dewlet dizane em serî li ber natewînin, lewma bi dijminatî êrîş dike. Em Kurd in, dewleta Tirk jî bi awayekî vekirî dijminatiyê li me dike. Bi şewitandin û hilweşandina malên me re nikarin Kurdbûna me ji holê rakin. Bi sedan mirov li van xaniyan bi saxî şewitandin."
YILDIRIM: NE DIYAR E KU EV ÇI NE
Ji şêniyên taxa Sûrê Davût Yildirim diyar kir, ku tîmên taybet ên jendermeyan (JOH) mala wan ji xwe re kirine biryargeh û da zanîn, ku leşkerên Tirk kîsên xîzê û şûşeyên bîrayên xwe li dû xwe hiştine û mal şewitandine.
Yildirim ragihand, leşkerên Tirk Qurana Pîroz jî şewitandine û got, "Fermo lê binêrin; ji bilî kîsên ji xîzê yên 5 kg'yî û şûşeyên bîra, tiştek li mala min nehiştine. Piştî ku mala min şewitandin, Qurana Pîroz qetandin û çûn. Ka vana ji xwe re digotin ew cîhadî ne û Cizîrî kafir bûn? Qurana Pîroz li dîwarê mala bû, lê wan qetandin û şûşeyên bîra jî ji me re hiştine. Ne diyar e ku ev çi ne. Di şer de jî eger alkolê vedixwin, hingî xwedê dizane vana çi dikin."
CELÎL KILIÇ: LI NAVA MALÊ KOZIK ÇÊKIRINE Û BI HER AWAYÎ KARÊN QIRÊJ KIRINE
Abdul Celîl Kiliç jî anî ziman, ku bi madeyeke qedehên cam jî helandiye mala wan hatiye şewitandin û diyar kir, hêzên dewleta Tirk ala Tirk li ser malê xaniyê wan ve kirine. Celîl Kiliç got, "Li hundirê malê jî ji xwe re kozik çêkirine û bi her awayî karên mehdê mirovan jê dixele, kirine. Di nava vê civakê de exlaqek heye. Ev dijmin jî nînin, bi dijmin re jî exlaqek heye. Her wiha bila kes nefikire ku em li ber mal û milkên xwe dikevin. Ewqas xwişk û birayên me, mirovên me ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Em li ber wan dikevin."
ALTÛN: EM DIBÊJIN AŞTÎ, EW DIBÊJIN BIBIN KOLE; EM VÊ QEBÛL NAKIN
Saadet Altûn a 60 salî jî diyar kir, ku ew ê koledariya dewleta Tirk li ser wan ferz dike êdî qebûl nekin û got, "Bi tank û topan malên me xera kirin. Xwezî ewqas ciwan nehatibûna qetilkirin, lenet li mal û milkan bê. Me got aştî, lê ew dibêjin bibin kole. Sond û peyman e, ji vir û pê ve ev gel wê koledariyê qebûl neke."