Dewleta Tirk nahêle Şaredariya Cizîrê bixebite

Li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk vê carê jî nahêlin ekîbên şareseriyê xebatên xwe yên binesazî û alîkariyê bidomînin.

Piştî ku dewleta Tirk qedexeya derketina derve ya li ser Cizîrê bi rojê rakir, ekîbên Şaredariya Cizîrê ji bo çêkirina binesaziya zerar dîtiye, dest bi kar kirin lê belê hêzên dewletê destûr nedan wan.

Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê ji bo alîkariyê bidin Şaredariya Cizîrê maşînên kar şand. Tevî ku têkildarî vî karî agahî ji Qeymeqamtiya Cizîrê re hatiye dayîn jî hêzên dewletê nahêlin xebatkarên şaredariyê bixebitin.

Hêzên dewletê, maşînên kar ên şaredariyê kişandin otoparka emniyetê û wesayîtên bi barê alîkariyê yên ji aliyê Komeleya Alîkariya Rojava ve hatine amadekirin, li pêşiya navçeyê disekinînin û nahêlin derbas bibin.