BI DÎMEN

Dewleta Tirk niha bi reşkirina delîlên sûcê mijûl e!

Hêzên dewleta Tirk xirbeyên ji navçeya Sûr a Amedê derdixin dirijînin kortên li qeraxa Ava Dîcleyê.

Hêzên dewleta Tirk xirbeyên ji navçeya Sûr a Amedê derdixin dirijînin kortên li qeraxa Ava Dîcleyê.

Di van rojên ku rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî dewleta Tirk ji ber hewldanên reşkirina delîlên êrîşên qirkirina li ser Kurdistanê hişyar dikin de xirbeyên ji navçeya Sûr a Amedê tînin, dirijînin kortên li qerexa Ava Dîcleyê vekirine. Piştre ser xirbeyan bi kûm û axê ve digirin.

Plakayên wesayîtên kar ên Karên Avê ya Dewletê û Rêyên Bejahiyê biyanî ne, her wiha hate hînbûn ku personel jî ji bajarên wek Balikesîr, Sêwasê anîne.

Qada ku xirbeyan lê dirijînin jî, 24 saetan ji aliyê wesayîtên zirxî yên Kobra tên parastin.