12 sivîlên ji Sûrê derketin hatin girtin

12 birîndar û sivîlên ku ji Sûrê derketin hatin girtin. Jimara birîndar û sivîlên hatin girtin gihişte 23 kesan.

12 birîndar û sivîlên ku ji Sûrê derketin hatin girtin. Jimara birîndar û sivîlên hatin girtin gihişte 23 kesan.

19 birîndar û sivîlên ku bi rojan li navçeya Sûr a Amedê di bin bomberdûmanê de asê mabûn û rojên borî hatibûn derxistin, kar û barê wan ên li edliyeyê temam bû.

8 jê zarok 19 kes bi îdîaya ‘Endamên rêxistinê ne’ û ‘Bi çekan ve xirakirina ewlehiya neteweyî’ sewqî dozgeriyê hatin kirin.

7 zarok bi şertê “kontrola edlî” serbest hatin berdan.

Zarokê bi navê Mervan Çoban (17) û 12 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Navê 12 kesên ku dixwazin bigirin wina ne: Zarokê 17 salî Merwan Çoban, Remzîye Tosin, Reyhan Kavak, Umît Ozkan, Danîz Ateş, Bahattîn Erkaplan, Hulya Erkaplan, Bedrî Ogûz, Aynûr Aslan, Cengîz Abîş, Emîne Abîş û Mehemt Can Alpaydîncî.

M.Ç bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin. Li gor nûçeya DÎHA’yê ji aliyê mejî astengiyên M.Ç heye, di vê mijarê de xwedî rapor e.

Ji 8 kesên duh sewqî edliyeyê hatin kirin 6 jê hatin girtin, koma yekem a ji dorpêça Sûrê derketin tevahî hatin girtin. 19’ê Sibatê rojanamevanê DÎHA’yê Mazlûm Dolan jî di nav de 5 kes ji Sûrê derketibûn. Fatma Ateş a birîndar ku bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest dabû.