Li Hezexê, ku terora û dagikeriya dewleta Tirk di roja 20. de ye, hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hemberî Taxa Tûrgût Ozal giran kirin.
Hat ragihandin ku di êrîşên hêzên dewletê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîsan cenazeyên 10 ji van kesan ku nasnameyên wan nehatin tespîtkirin, li romorka traktora şaredariyê bi cih kirin û tevî maşînên xwe yên zirxî ku dengê sirûdên nîjadperestî jê dihat, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Danê sibehê jî li gundên Dîrseklî û Kûyûlû yên Hezexê ku terora dewletê didome, cenazeyê 3 kesan ku di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan rakiribûnn nexweşxaneyê.