Ji bo Amediyan banga Sûrê kir: Divê her kes saet 18:00’an ji bo qetlîamê bêje raweste

Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Alî Şimşek ji bo qetlîamak li Sûrê pêk neyê û bêje ‘Raweste’ bang li Amediyan kir.

Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Alî Şimşek ji bo qetlîamak li Sûrê pêk neyê  û bêje ‘Raweste’ bang li Amediyan kir. 

Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Alî Şîmşek têkildarî êrîşa hêzên dewleta Tirk a îro li ser Sûrê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 50 kesan zêdetir birîndar bûne, banga kir ku her kes saet 18:00’an de li tax û kolanan ji bo qelîamek li Sûrê pêk neyê û bêje ‘Raweste’ di nav çalakiyan de bin.

Êrîşên li ser navçeya Sûr a Amedê di roja 97. de bê navber didome, îro saet ji 12:00’an û şûn de tax hat bombardûmankirin. Hat ragihandin ku li hember taxên ku sivîl lê dijîn jî êrîşên topbaranê didomin, peyamên ku ji Sûrê hatin diyarkirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û zeditirî 50 kesan jî birîndar bûne. Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Alî Şimşek ji bo qetlîamak li Sûrê pêk neyê û bêje ‘Raweste’ bang li Amediyan kir, ji bo qetlîamekî weke Cizîrê li Sûrê pêk neyê divê her kes dakeve kolanan û bertekên xwe nîşan bide û li ber xwe bidin. 

Şîmşek diyar kir ku li Sûrê ya ku êrîş û dorpêç dikeve roja xwe ya 100’an de, ji niha û şûn de hatine xala herî bê êş û wiha axivî: “Niha li Sûrê kuştî, birîndar hene. Dibe ku qetlîamak pêk were. Rexmî vê jî êrîş hê didomin. Ewlekariya canê mirovên me yên li Sûrê nîne. Mirovên me divê di zanabûna vê de be û li hember qetlîamê rabe ser lingan. Li 2 jêrzemînan mirovên me têkoşîna jiyanê didin.”

Şîmşek da xuyakirin ku divê gelê Amedê li hember qetlîamên tê kirin bertekên xwe di asta herî jor de bidin diyarkirin û ji bo rawestandina qetlîamên dakevin kolanan û li ber xwe bidin. Şîmşek destnişan kir ku ji saet 18:00’an û şûn de divê her kes li her deverê ji bo rawestandina êrîşan li kolanan, taxan bin û çi ji destan tê bila bikin. Şimşek wiha got: “Gelê me divê li hember êrîşan bertekên xwe bidin nişandan. Yên ku van qetlîaman bidin rawestandin wê ev gel be. Her kêliya ku diçe qetlîam hê girantir dibin.”

Şîmşek diyar kir ku heta vê gavê ti encam ji hevdîtinên di navbera rayedaran nehatiye girtin, anî ziman ku divê ji bo girtina birîndaran heyeteke tenduristiyê biçe herêmê. Şimşek desnişan kir ku dixwazin qetlîameke weke ya Cizîrê li Sûrê jî pêk bînin, lê wê rê nedin qetlîamek nû.