MLKP’ê ji bo Hoffman û Înce daxuyaniyek da
Şervanên MLKP’ê têkildarî yekemîn salvegera Îvana Hoffman (Avaşîn Tekoşîn Guneş) û Coşkun Înce (Tekoşer Kurdistan) ên li parastina Rojava de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da.
Şervanên MLKP’ê têkildarî yekemîn salvegera Îvana Hoffman (Avaşîn Tekoşîn Guneş) û Coşkun Înce (Tekoşer Kurdistan) ên li parastina Rojava de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da.
MLKP Rojava têkildarî yekemîn salvegera Şervanên MLKP’ê Îvana Hoffman (Avaşîn Tekoşîn Guneş) û Coşkun Înce (Tekoşer Kurdistan) ên di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da. Daxuyaniya MLKP’ê wiha ye: “Rojava, erdnîgariya jinên azad ên li hember çeteyên kapitalîst, qetlîamker û destavêtinê şer dike ye. Rojava warê Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo ziman, bawerî, rûmet û azadiya xwe şer dike ye. Rojava warê Komînîstên azadiya gelê Kurd weke azadiya xwe dibîne ne.”
MLKP Rojava di daxuniyê de wiha dewam kir: “ Rojava xaka şehîdan e. Li her çeperê şopa şehîdan heye. Şoreşa Rojava mîratê têkoşîna fedayî a şehîdane. Li ser vê xakê gele nirxên mirovahiyê ji nû de hat avakirin. Yên heyî hatin bihêzkirin, hat mezinkirin. Rûmetên fedakirinê, hevalên çeperan, piştgirî, hesab xwestin, azadî û hemû nirxên din, li vir ji nû ve hatin avakirin.
Gelê Rojava jiyanek wekhev, hevpar dixwazin û di vê rêyê de li hember faşîzma çeteyên DAÎŞ’ê, li hember paşverûtiyê û mêtîngeriyê ji bo rûmet û azadiyê li ser vê xakê şer kirin.” Daxuyaniya MLKP Rojava wiha dom kir: “Çar aliyan kelheyên zilmê yek bi yek hildiweşin. Mêtingerî û qirkirin êşê dikişîne. Şoreşa ku li Rojava destpê kir ji bo mirovahiyê bû hêvî.
Ev cîhana ku di nav xwîn û zilmê de, artêşa şoreşê wek mizginiyê ji bo mirovahiyê derket û ev mizginî di bin kenê nemiran de ava bû. Li Rojava û heremê jiyaneke nû, baweriya cîvakbûyineke nû da avakirin.
Xeyal û bendewariyên hevalên me ên nemir bi tekoşina me wê tacîdar bibe. Em ê meşaleya agir geş bikin û li diyariyê wan xwedî derkevin. Em ê heta guleya xwe ya dawî ji bo jiyaneke bi rûmet, azad, sosyalîst û şoreşê şer bikin.”