Jimara kesên li Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dan gihişt 17’an
Êrîşên komên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji roja 6’ê Adarê ve berdewam dikin.
Êrîşên komên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji roja 6’ê Adarê ve berdewam dikin.
Êrîşên çeteyên hevkarên Tirkiyeyê yên li hember Taxa Şêx Meqsûdê berdewam dikin. Ji agirbesta ku li Sûriyeyê hatî destpêkirin û vir de êrîşên ku li hember herêmê her ku diçe zêde dibe û jimara kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane gihişt 17 kesan.
Êrîşên komên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji roja 6’ê Adarê û vir ve berdewam dikin.
Komên çeteyên Ehrar El Şam, Ketbeyên Sûltan Mûrad, , Lîwaî Sûltan Mihemed Fatîh, Ketîbeyên Nûrdîn Zengîn, Feyleq El-Şam, Ceyş El-Islam, Ceyş El-Mucahidîn, Ketîbeyên Fisteqim Kema Emert, ketîbeyên Ebû Emar, Tevgera Fecir El-Şam El-Islamiye, Cebhe Şamiye, Siqûr El-Cebel, Lîwai 13, Foca yekem, Ketîbeya 116, Ehfad Umer, Feyleq El-Rehman, Firqeya 101, Fûca Yekem ve Lîwai Muntesir Bilah veCebhet El-Nusra yên li çerxerêya Cendûl, Taxa Rûstem Paşa, Benî Zêd, Seken Şebabî û Kastêloyê bi cih bûne, îro jî bi fuzeyên bi dest hatine çêkirin, bi hewan û topên cehenemê Taxa Şêx Maqsûdê bomberdûmankirin.
Piştî topbaranê 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, di êrîşên ji duh ve hatin destpêkirin de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişte 17 kesan û 26 kes jî birîndar bûn.
Piştî teqîna dijwar lêgerîna di nava avahiyên xirbeyan de hê jî didomin. Di çarçoveya lêgerîna li nav xirbeyan de cenazeyê zarokek ku jiyana xwe ji dest dabû û zarokek birîndar û Fadîya El Îsa, Ebdela Hemîdî, Mehmûd Hemîdî, Sebah Hemîdî û Bera Hemîdî ji bin xirbeyan hatin derxistin.
Li aliyê din hê jî bomberdûmana li ser Taxa Şêx Meqsûdê didome.