5 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin: ‘Em ê şopdarê wan bin’
Li Kobanê û Dirbêsiyê 5 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de peyama, “Em soza dilsoziya şehîdan didin” hat dayîn.
Li Kobanê û Dirbêsiyê 5 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de peyama, “Em soza dilsoziya şehîdan didin” hat dayîn.
Şervanên YPG’ê Leyla Mihemed (Evîn Agirî), Bêrna Ak (Axîn Zinar), Îslam Yalçin (Botan Kadiya) û Ehmed Osê (Şiyar Şêran) ên di berxwedana li hember dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.
Gelê Kobanê û nûnerên saziyên xwerêveberiyê ji bo oxirkirina cenazeyan li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Girseya cenaze hilgirtin, bi dirûşmeyên dilsoziya şervanan ve ber bi Goristana Şehîd Dîcle ketin meşê. Dema konvoya ku posterên YPG/YPJ, TEV-DEM û şervanên jiyana xwe ji dest dane hilgirt gihişt goristanê, merasîma leşkerî destpê kir.
Fermandara YPG’ê Devrîm Kobanê di merasîmê de axivî, got: “Em hêzeke ku ji bo azadiya gelên xwe ji şehîdên canfeda hêzê distînin. Ew îradeya me xurt dikin. Ez destên dayikên şehîdan maç dikin, dibêjim xemgîn nebin. Hevalên me azadiya Kurdistanê hilbijartine. Em soz didin dayikên şehîdan û tevahî gelê xwe ku em ê rêya şehîdan bişopînin.”
Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê û bajarokê Zirgan cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Xeraf (Çekdem Ferhad) ê ku di 7’ê Adarê de, li Şedadê jiyana xwe ji dest da, oxir kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Xeraf (Çekdem Ferhad) ji saziya malbatên şehîdan hat wergirtin, girseya gel bi karwanekî wesayitan berê xwe dan, goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê.
Di merasîma li vir Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz ê Kantona Cizîrê Hekem Xelo sersaxî ji malbatê û gelê Rojava re xwest. Xelo, diyar kir ku piştî serketinên siyasî û leşkerî yên li Rojava, hin hêzên bê tehamul hewl didin planên qirêj li ser Rojava pêk bînin, lê ev plan tevahî jî bi saya têkoşîna bê eman a şehîdan vala hatiye derxistin û serketinên nû hatin bidestxistin.
Bavê Çekdem Ferhad jî got wê şopdarê xeta têkoşîna kurê xwe bin û serî li hember ti êrîşan netewînin. Piştî axaftinan, sicîla Ferhad hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.