Li Sûrê şer berdewam dikin

Êrîşên qirkirinê yên li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûrê di roja 99. de berdewam dike, şerên dijwar pêk tên.

Li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî êrîşên qirkirinê, berxwedan di roja 99. de bi hemû heybeta xwe berdewam dike.

Êrîş bi awayekî dijwar li ser taxên qedexe didome, ji saetên sibehê ve dengên çekan zêde bûye.

Li navçeya ku dengê teqînan tê, tevgera helîkopteran jî zêde ye.

Dîsa sewqiyatên leşkerî yên ji aliyê Qada Dagkapiyê ya navçeyê ve balê dikişîne.

Çalakiya nobedê ya li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ya ji bo Sûrê di roja 17.  de berdewam dike.