Çalakiya Konê Berxwedanê yê li Strasboûrgê di roja 16. de ye

Çalakiya Konê Berxwedanê yê li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Ewropa (KE) di roja 16. de ye.

Çalakiya di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCD-E) de destpê kir bi tevahî coşa xwe dewam dike.
Di 16’emîn roja çalakiya ku bi sedan Kurdistanî di konekî mezin de dewam dikin de tevlîbûnên ji welatên cuda yên Ewropa didome.

Konê çalakiyê ku her roj meş, panel û aktîvîteyên agahdarkirinê tê lidarxistin, hate ragihandin ku wê di saetên pêş ji aliyê heyeteke ji parlamenterên endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) bê ziyaretkirin. Heyet ji parlamenterên PE yên ku Sibatê çûn Kurdistanê û li vir pêkanînên qetlîamên AKP’ê lêkolîn kirin pêk tên.

Çalakiya Konê Berxwedanê li hember bêdengiya DMME û saziyên din ên Ewropa ya li beranberî qetlîamên bi mehan li ser Kurdistanê pêk tên hatibû destpêkirin.